Roja Çarşemê, yekemîn roja Rezbera 1405an a Rojî pisporên Neteweyên Yekbûyî bi belavkirina daxuyaniyeke çapemeniyê ji rayedarên Komara Îslamî ya Îranê xwestin ku dawî li bikaranîna hêza hovane ya li dijî kolberên Kurd û şewatberên Belûc bînin û di derheq hemû bûyerên mirinê yên ji ber kiryarên hêzên ewlehiyê de, lêkolînên serbixwe û bêalî bikin. Pisporan tekez kir ku kolber û şewatber ji wan beşên civakê ne ku ji aliyê aborî ve bi tundî bêpar in û ji ber nebûna rêyên din ên ji bo dabînkirina debara malbatên xwe, li herêmên sînorî ber bi hilgirtina mal û sotemeniyê ve hatine neçarkirin û «divê ew bihayê belengaziyê xwe bi canê xwe nedin».


Li gorî vê raporê, ji destpêka sala 2026an a Zaynî ve herî kêm 12 kolber ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê an jî Spaha Pasdaranê ve bi gulebaranê hatine kuştin û di van du mehên dawî de jî 7 kolber bi guleyên rasterast û bêyî hişyariyê ji aliyê hêzên sînorî ve jiyana xwe ji dest dane. Pisporan bi nîşandana du bûyeran, di nav wan de «Madih Kimanî», temen 44 salî, ku li gorî raporan dema ku tiştek hilnegirtibû, hate binçavkirin û laşê wî ji cihê bûyerê hate derxistin, û «Mîlad Tebed», temen 28 salî, ku piştî ku gule li serê wî hate xistin, mehên dirêj di beşa lênihêrîna taybet de ma û di dawiyê de ji ber nebûna şiyana malbatê ya dayîna perê dermankirinê hate veguhastin malê, tekez kirin ku heta hilgirtina malê li dijî zagonên gumrikê jî ne gefe li ser jiyana mirovan û nikare bikaranîna çekên agirbar bi hincet bike.


Pisporên Neteweyên Yekbûyî herwiha daxwaza dawîlêanîna vê şêwaz û rêbazê ya kuştinê û misogerkirina mafê jiyanê, rastiyê, berpirsiyariyê û qerebûkirina zirarê ji bo malbatên qurbanîyan kirin. Wan tekez kir ku her bûyera kuştinê Komara Îslamî ya Îranê neçar dike ku lêkolînên bilez, serbixwe û bêalî pêk bîne û civakên herêmên sînorî jî mafê wan heye ku ji rêyên debara jiyanê feyde werbigirin ku wan nexe ber gulebaran û kuştinê.