Roja Sêşemî, 30ê Befranbara 1404`an a Rojî, çalakvanê sivîl ê Kurd Ajivan Xezrîyan xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo ciheke nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev çalakvanê sivîl bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî binçavkirin.

Çavkaniya agahdar zêde kir: Hêzên ewlehiyê her wiha serdegirtin li kafeya înternetê ya "Şarko", ku xwediyê wê Ajivan Xezrîyan e, û alavên wê desteser kirin û bi xwe re birin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî vî çalakvanê Kurd hatine kirin tune ye.