Roja Sêşemî, 27ê Xezelwera1404`an a Rojî, Fetah Yûsifpûr, welatiyekî Kurd ê xeykê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirn û bo ciheke nediyar veguhastin.

çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd di mala şexisî de bêyî pêşkêşkirina belgey dadwerî binçav kirin e.

Çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî lêgerîna malê, hêzên ewlehiyê telefona desta ya Yûsifpûr dest biser de girtin û bi xwe re birin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq  sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd tune ne.