Di rojên dawî de, yek ciwanê Kurd bi navê "Sîrwan Ezîzî" xelkê Nexede ji alîyê hêzên ewlekar ve hat binçavkirin û bo cîhekî nediyar hat veguhestin.

Gora gotina çavkaniyek agah, hêzên ewlekar bê ku belgeya dadwerê pêşkêş bikin ev ciwan binçav kirin e.

Sîrwan Ezîzî, kurê Suware, zewicîye û zarokek jî heye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî ciwanê Kurd tune ye.