Roja Çarşemî 28ê Cozerdan 1404an a Rojî, Omer Mehemmedî, nivîskar, helbestvan û mamosta zimanê kurdî ya xelkê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlekar hatbinçavkirin.

Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlekar bê nîşandanê belgeya dadgehê îrîşî li ser mala vî nivîskarê kirin û ev  binçav kirin e.

Vê çavkaniyê zêde kir: Mamoste Mehemmedî bo lêpirsînê hat veguhastin bo yek ji girtîgehan ewlekar yên Urmiyê.

Vê çavkaniya agehdar got: Piştî binçavkirinê, agahîya rast li ser rewşa vî helbestvanê kurd tune ye.

Roja Duşemî 5ê Cozerdana 1404an a Rojî, merasimek taybetî bo nîşandana du berhemên vî nivîskarî bi navên "Zemannasîya Heva Resenekanî Kurdî" û "Xwendin û nivîsandina zimanê kurdî" li Şinoyê hate lidarxistin.

Omer Mehemmedî endamê civata edebî ya Şinoyê û yek ji damezrandên navenda "Zanistperwerî bo Jiyan" e û ji sala 1379`an a Rojî ve dest bi çalakiyên edebî û çandî kirîye.

 Heta dema belabûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî nivîskarê kurd nehatiye bidestxistin.