Roja Yekşemî 14ê Rêbendana 1403an a Rojî, girtiyekî bi navê “Efşîn Emîrî” xelkê gundê “Golêstan” a ser bi bajarê Kirmaşanê, li girtîgeha Dêzil Avayê hat îdamkirin.

Ev girtî nêzî 6 salan beriya niha bi tohmeta "kirîn û firona maddeyên hişber" hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha daweriyê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.

Nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.