Roja Pêncşemî 18ê Rêbendana 1403an a Rojî, Qan`i Xatrî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin, ev çalakvanê medenî binçav kirin e.

Roja Pêncşemî 27ê Befranbara 1403’an a Rojî, Xatrî bo Îtlaata Sine hatibû gazîkirin û piştî çend demjimêran lêpirsînê hatibû berdan.

Ev çalakvanê medenî xwediyê derbasiya binçavkirin ye û ceza ye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Qan`i Xatrî hatine kirin, ti zanyarî li ber dest nînin.