Roja Çarşemî 10ê Rêbendana 1403an a Rojî, çalakvanê sivîl ê xelkê Seqizê, Hîwa Emînî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, binçavkirina vî çalakvanê medenî bêyî belgeya dadwerî hatiye encamdan.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin Emînî û tohmetên ku li dijî wî hatine kirin, berdest nînin.

Roja Çarşemî 15ê Gelawêja 1399an aRojî, Hîwa Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine hat veguhastin.

Ev çalakvanê Kurd piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin û piştre di KSermaweza a 139an a Rojî de ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ve bi tohmeta “propagandakirina ji bo yek ji Partiyên Kurd ên opozîsyonê yên hikûmeta Îranê."