Êvariya roja Şemî 6’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, Mensûr Mewlûdpûrî welatiyê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê kurd li cihê karê wî binçav kirine, bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirina Mewlûdpûrî, hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî ya şexsî û lêgerînê li mala wî kirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatîyê Kurd li ber deste.