Roja Çarşemî 3’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Parsa Rehîmî” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Parsa Rehîmî bêyî belgeya dadwerî û bi tundî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û ti agahî li derhe çarenivîsa wî de li ber dest in.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev welatiyê esnafa pêlavfiroşan li bazara Sine ji ber tevlîbûna gireva giştî ne ji bo îdamê hatiye binçavkirin.

Di 3’ê Rêbendana sala 1403’an a Rojî de, li ser banga partiyên Kurdistanî ku ji cezayê îdamkirinê re na bêjin, li gelek bajarên Kurdistanê, ji wan Sine, Mehabad, Seqiz, Dîwandere, Merîwan û  … hwd, grevên gel hatin lidarxistin.