Li gor raporta gihîştî bi Kurdpayê; Roja Çarşemî 2ê Rêbendana 1403an a Rojî, Karo Elîdad, çalakvanê medenî û jîngehparêzî xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bê nîşandana belgeya dadweriyê hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji  Kurdpayê re ragihandiye; Zêdetirî 8 hêzên ewlehiyê bi du otombîlan êrişî dukana vî welatiyê kurd li Pasaja Molewî ya Merîwanê kirin û bi tundî ew binçavkirin e.

Heta niha ti agahî li derheq sebeba û cihê ragirtina vî ciwanê 21 salî de nînin.