Sibeha roja Duşemî 1ê Rêbendana a 1403an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Murad Ostwar” xelkê “Peswê” û “Nêimet Ehmednejad” xelkê gundê “Lekban” a Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtine ser malên van her du welatiyan û ew binçavkirin e.

Murad Ostwar 45 salî, kurê Salih, zewicî ye û du zarokên wî hene. Herwiha Nêimet Ehmednejad 37 salî ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser wan her du welatiyên Kurd de tine.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Murad Ostwar û Nêimet Ehmednejad