Êvariya roja Yekşemî 16’ê Befranbara sala 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Ezîzî” xelkê bajarê Qesr-Şîrîn ji aliyê hêzên taybet ve bo armanc.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên yekîneya taybet bo binçavkirina vî welatiyê hanê êrîşî ser bazara sînorî ya Perwîzxan kiribûn û yekser teqe ji wî kirin e.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Mihemed Ezîzî di encama ketina gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê li sîng û zikê wî hatiye kuştin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev welatiyê han di heftiya derbasbûyî de bi leşkerên hikûmetê re ketibû şer û pevçûnê û hêzên leşkerî yên hikûmetê ji bo binçavkirina wî fermana teqekirinê ji dozgerê Qesrşîrînê wergirtibûn.

Mihemed Ezîzî di sala 1369’an a Rojî de ji dayîk bûye û tenê ye.