Mehabad; Binçavkirina 3 welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
16:47 - 15 Kanûna pêşîn 2024
Sibeha roja Yekşemî 25’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, sê welatiyên Kurd bi navên “Yûsif Qal”, “Aram Mebzole” û “Zaniyar Seydehmedî” xelkê gundê “Bîrem” a ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî hebûna belgeya dadgehê, avêtine ser mala van 3 welatiyan û ew binçavkirin e.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyên Kurd tine.
Wêne ji rast ber bi çep: Yûsif Qal, Aram Mebzole û Zaniyar Seyedehmedî