Newsûd: Kolberek ji ber rawestana dil canê xwe ji dest da

14:55 - 24 Çirriya paşîn 2024

Roja Şemî 3’ê Sermaweza sala 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Mihemed Kerîm Ezix” xelkê gundê “Bilber”a ser bi devera Hewraman a ser bi bajarê Sewlavayê bi sedema rawestana dil li sînorê “Dizavir”a ser bi bajarê Newsûdê canê xwe ji dest da.
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolber ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê çûbû Kolberiya sînorê Newsûdê û termê wî li wî bajarî hat veşartin.
 
Ev kolber zewicî ye û du zarokên wî hene.