Sibeha roja Pêncşemî 1’ê Sermaweza sala 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Mêysem Nûrî” xelkê bajarê Qorwê li girtîgeha Hemedanê hate îdamkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han sê salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev girtiyê han di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê bibû armanc û birîndar bûbû û piştî çareserbûna rewşa giştî bo girtîgeha Hemedanê hatibû veguhastin.

 Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.