Roja Sêşemî 29’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Seyran Xosrewî, çalakvana medenî a bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê avêtine ser mala wê welatiyê û ew binçav kirine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha hewlên malbatê ji bo zanîna çarenivîsa wê bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser xanima Xosrewî de tine.