Berdewamiya binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Osman Hebîbulahî

20:41 - 17 Çirriya pêşîn 2024

Tevî ku 10 roj bi ser binçavkirina welatiyê gundê “Mîravê” ya ser bi bajarê Şinoyê “Osman Hebîbulahî” re derbas dibe, lê heya niha ti agahî li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nînin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar,  Hebîbulahî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer, pêwendiya telefonî û serdana malbatê re bêpar e. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şopandinên malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîs û cihê ragirtina wî bê encam mane. 
 
Roja Sêşemî 17’ê Rezbera 1403’an a Rojî, ev welatiyê han bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hatie binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin e. 
 
Osman Hebîbulahî, 33 salî, kurê Rehîm e. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Hebîbulahî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.