Berdewamiya binçavkirin û bê agahî li derheq çarenivîsa Luqman Zengî
Tevî ku 22 roj bi ser binçavkirina Luqman Zengî, welatiyê gundê “Kanî Sûrik” a Şinoyê yê temen 52 salî re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê hatiye veguhastin û heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata Luqman Zengî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye.
Sibeha roja Çarşemî 14ê Xermanana 1403`an a Rojî, ev welatiyê Kurd bêyî hebûna belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmeta Luqman Zengî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.