Sine; Çalakvanê sendîkaya mamosteyan Muxtar Esedî hat binçavkirin
Roja Duşemî 29’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Muxtar Esedî çalakvanê sendîkaya mamostayan piştî gazîkirina bo polîsê Feta ya bajarê Sine hate binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê sendîkayî piştî ku hatiye binçavkirin, bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Roja Yekşemî 28’ê Gelawêja 1403’an a Rojí, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî çalakvanê sendîkaya mamostayan de girtin û mala wî vekolan.
Ev xebatkarê sendîkayî, roja Sêşemî 16ê Reşemî 1401an a Rojî, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina lêpirsînê, bo girtîgeha Sine hatibû veguhastin û roja yekşemî 28’ê Adara 1401’an, roja Yekşemê 28’ê Reşemeya 1401’an a Rojî, bi danîna barimteyê heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Sine hatibû berdan.
Muxtar Esedî berî niha bi yasaya dezgeha dadwerî û desteya binpêkiriyan hatibû dûrxistin û binçavkirin û di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de, piştî birîna heqdestê wî, neçar mabû malnişîn bibe.