Sibeha roja Înê 7’ê Befranbara 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Emîn Baziyan” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirin e.

Emîn Baziyan sala 1375’an a Rojî ji dayîk bûye û kurê Mihemed e.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser vî ciwanê Kurd tine ye.