Sibeha roja Înê 7’ê Befranbara 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mûsî Resûlî” xelkê gundê “Xurînc” a ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirin e.

Mûsa Resûlî, 30 salî, kurê Mistefa ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Resûlî de nînin.

Her di vê derheqê de, sibeha roja Înê 7’ê Befranbara 1403’an a Rojî, Bêhzad Mehmûdî û Aram Mihemedî du welatiyên xelkê “Peswê”ya ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.