Di berdewamiya pêla binçavkirina bikom de li bajarên Kurdistanê, 3 welatiyên din ên bi navên Murad Ebdullah Omerî, Nûredîn Molla Elîzade û Tefîq Emînî bi tundî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Şinoyê ve hatin binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandine; Sibeha roja Pêncşemî 6ê Befranbara sala 1403an a Rojî, sê welatiyên Kurd xelkê gundê “Hê” a ser bi bajarê Şinoyê bi navên Murad Ebdullah Omerî, Nûredîn Molla Elîzade û Tefîq Emînî, bi lêdanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatin veguhastin.

Li gor çavkaniyek  agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê demjimêr 2:00 şevê de avêtine ser mala van her sê welatiyên Kurd û bi şikandina derî û lêdana wan, dest bi ser wan de girtin.

Çavkaniyên Kurdpa dibêjin; Nûredîn Molla Elîzade beriya niha jî gelek caran ji bo dezgehên ewlehiyê hatiye gazîkirin û rastî lêdanê hatiye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeb binçavkirin û tohmetên li ser wan kesan tine.

Wêne ji rast ber bi çep: Tefîq Emînî, Murad Ebdullah Omerî û Nûredîn Molla Elîzade