Sibeha roja Pêncşemî 6ê Befranara 1403an a Rojî, du girtiyên Kurd bi navên “Esed Emînî” temen 27 salî xelkê Serdeştê û “Saman Fexrî” temen 33 salî ji xelkê Banê, li girtîgeha Cîroft a ser bi parêzgeha Kirmanê hat îdamkirin.

Ev her du girtî roja Sêşemî 4`ê Befranbarη ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Cîroftê hatibûn veguhastin.

Ev du girtiyên Kurd di meha Reşemeya sala 1400’an a Rojî de li bajarê Cîroftê bi tometa “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û di dosyayek hevbeş de ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibûn cezakirin.

Heta niha nûçeya îdamkirina van du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.