Sibeha roja Sêşemî 6ê Sermaweza sala 1403an a Rojî, girtiyê bi navê “Cehangîr naskirî bi(Muslim) Rehîmî” xelkê Seqizê li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin.

Ev girtiyê han 2 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.

Ev girtiyê han xelkê gundê “Tahir Bexde” ya bajarê Seqizê ye, zewicî ye û xwediyê yek zarokê ye.

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.