Sibeha roja Yekşemî 27’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Rehîm Feqîrî” xelkê bajarê Selmasê li girtîgeha navendî ya Bîrcendê hat îdamkirin.

Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê roja Şemiyê 26ê Xezelwr a sala 1403an  Rojî  bo odeya takekesî hatibû  veguhastin.

Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kirîn û frotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.

Rehîm Feqîrî temen 34 salî kurê Sebrî ye, zewicî ye, xwediyê sê zarokan e û xelkê gundê “Sêweder” a ser bi devera Şipîran Selmasê ye.

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.