Tevî ku 10 roj bi ser binçavkirina welatiyê gundê “Mîravê” ya ser bi bajarê Şinoyê “Osman Hebîbulahî” re derbas dibe, lê heya niha ti agahî li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nînin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar,  Hebîbulahî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer, pêwendiya telefonî û serdana malbatê re bêpar e. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şopandinên malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîs û cihê ragirtina wî bê encam mane. 

Roja Sêşemî 17’ê Rezbera 1403’an a Rojî, ev welatiyê han bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hatie binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin e. 

Osman Hebîbulahî, 33 salî, kurê Rehîm e. 

Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Hebîbulahî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.