Sibeha roja Pêncşemî 19’ê Rezbera 1403’an a Rojî, du girtiyên bi navên “Burhan Ensarî” kurê Ehmed xelkê gundê “Qere Axac” a Urmiyê û “Esed Ferheng” kurê Ebdula xelkê Seqizê li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hat îdamkirin. 

Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpayê re ragihandiye, Burhan Ensarî 3 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Cezayê îdamê  yê Esed Ferheng bêyî hevdîtina dawî ya bi malbatê wî re birê ve çûye. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Esed Ferheng jî 9 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.  

Heta niha nûçeya îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.