Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sibeha roja Şemiyê 14ê Rezbera 1403an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Eşkan Yarî” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Hemedanê de hat îdamkirin. 

Ev rêxistina mafê mirov li ser zarê çavkaniyekî agahdar ragehandiye: Eşkan Yarî berî çar salan bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.