Sibeha roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, girtiyê bajarê Bîstonê bi navê “Kambexiş Mehmûdî” li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate îdamkirin. 

Ev girtiyê 34 salî di 7’ê Rezbera sala 1401’an a Rojî de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.