Roja Pêncşemî 29ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Xelîl Esixerî” kurê Namîq xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê Esixerî bêyî nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wî binçav kirin e. 

Heya dema weşandina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Xelîl Esixerî ti agahî nehatine bidestxistin.