Roja Çarşemî 21ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mîlad Pîranî” temen 32 salî, xelkê gundê “Qela Kohne” ya ser bi bajarê Dîwandereyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi ser mala vî welatî de girtin û bi tundûtîjî ew binçav kirin. 

Mîlad Pîranî zewicî ye û zarokek wî heye. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mîlad Pîranî de ti agahî tine.