Sibeha roja Şemiyê 17’ê Xermanana 1403’an a Rojî, Mardîn Dêhqanî welatiyê gundê “Serdoş” a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê demjimêr 6ê sibehê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser mala vî xortê temen 18 salî û ew binçavkirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna malê, dest danîn ser telefonên destan ên dayîk û birayê Mardîn Dehqanî û birine. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha şopandina malbata Dêhqanî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 

Heya dema weşandina vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mardîn Dêhqanî de tu agahî nehatin bidestxistin.