Roja Sêşemî 6ê Xermanana 1403an a Rojî, Ehmed Mamzade welatiyê bajarê Bokanê, bi danîna barimteya Sê milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hat azadkirin. 

Roja 26’ê Xakelêweya sala 1402’an a Rojî, ev welatiyê han bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe ya şexsî de hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Urmiyê hatibû veguhastin. 

 Mamzade piştî lêpirsînê bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin. 

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.