Roja Şemî 10’ê Xermanana 1403’an a Rojî, welatiyek bi navê “Nasir Muradî” xelkê Şahîndijê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bêyî nîşandana belgeya dadgehê di mala wî de binçav kirin e. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 

Ev welatî, sibeha roja Pêncşemî 20’ê Banemera 1403’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 

Heya niha li derheq sebeba binçavkirina Muradî û tometbarkirina wî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.