Sibeha roja Pêncşemî 8’ê Xermanana 1403’an a Rojî, girtiyê Serdeştê bi navê “Sîrvan Ebûbekrî” li girtîgeha Mehabadê hate îdamkirin. 

Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê berpirsên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 

Sîrvan Ebûbekrî xwediyê zarokekî ye û xelkê gundê “Bawe” ya ser bi bajarê Serdeştê ye. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.