Welatiya Bokanê Menîce Xweşnûd tevî ku 25 roj di ser binçavkirina wê re derbas bûne, hîna di girtîgehê de ye û çarenivîsa wê nediyar e. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, malbata wê welatiya kurd çendîn caran ji bo agahdarbûna ji çarenivîs û cihê wê, serî li saziyên ewlehiyê yên Bokan û Urmiyê dane, lê heta niha bersiva zelal ji wan re nehatiye dayîn. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha xanim Xweşnûd ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye. 

Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Nediyarbûna çarenivîsa Menîce Xweşnûd, xem û dilnigeraniya malbat û kesûkarên wê zêde kiriye. 

Roja Çarşemî 10’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Menîce Xweşnûd, jineke Kurd a xelkê Bokanê, temen 56 salî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser kelûpelên wê yên şexsî û telefona wê ya destan. 

Heta niha sebebên binçavkirina Menîce Xweşnûd ne diyar in.