Roja Yekşemî 28’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Omîd Ferecî” temen 40 salî, kurê Ebdula, xelkê gundê “Nêy” a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirin e. 

Vê çavkaniya agehdar got jî: Mobaylê Ferecî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dest bi ser hatiye girtin. 

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.