Sibeha roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Saman Mîrzayî” xelkê gundê “Serhowiye”a ser bi bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkniya agehdar a Kurdpayê, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê han li gundê “Serhowiye” û bi tundûtûjiyê ew binçav kirine. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq çarenivîs, sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mîrzayî de tu zanyariyek berdest nine.