Êvariya roja Çarşemî 10’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Nasir Osmanî” temen 42 salî, kurê Qadir, xelkê bajarê Rebet a Serdeştê, bi sedema ketina ji bilindahiyê li sînorê Bane, canê xwe ji dest da. 

Li gor çavkaniyek agehdar termê wî kolberî bo Bane hatiye veguhastin û heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin. 

Ev kolbert zewicî ye û zarokek wî heye. 

Her di vê derheqê de, êvariya roja Çarşemî 10’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek din bi navê “Esed Afrence” xelkê gundê “Siyanav” a ser bi bajarê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorên vî bajarî hat kuştin.