Sibeha roja Pêncşemî 4’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyê xelkê Nexede yê bi navê “Hesen Yûsifî Azer” li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate îdamkirin. 

Ev girtiyê han di sala 1400’an a Rojî de bi tohmeta “kuştina” welatiyê bi navê “Ferdîn Îbrahîmî” xelkê Şinoyê hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hat birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.