Roja Duşemî 1ê Gelawêja 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê Ramîn Zile kurê Kemal xelkê Nexede, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirine. 

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirinê û tohmetên li ser Ramîn Zile de ti agahî nînin.