Roja Duşemî 18’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Hemîd Ferhadî” xelkê Kirmaşanê, û rûniştiyê bajarê Tehranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala malbata vî welatî û ew bincavkirin e. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Sê roj bi ser binçavkirina vî welatiyê han re derbaz bûye, ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin. 

Heya dema weşandina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Ferhadî de ti agahî nehatine bidestxistin.