Sibeha roja Duşemî 18’ê Pûşpera sala 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Eyûb Mihemedî” kurê Ezîz ku li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve bi giranî hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneya “Quds” a Pawe de can xw jidest da û her wiha di vê bûyerê de 5 Kolberên din jî birîndar bûne. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li van kolberan reşandin. 

Vê çavkaniya agehdar got jî: Kolberên birîndar ên vê bûyerê li nexweşxaneya “Quds” a Paweyê di bin çavdêriya pizîşkî de ne. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha termê kolberê hatî kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin. 

Nasnameya 5 kolberên birîndar ên vê bûyerê bi navê “Mesîh Muradî, Eyûb Muradî, Mehdî Beşartî, Mêhran Ebdî û Peyman Veyîsî” hatine ragihandin. 

Eyûb Mihemedî zewicî ye, zarokek wî heye û di sala 1375’an de ji dayîk bûye û xelkê gundê “Kogah” a ser bi bajarê Selas Bawecanî û rûniştiyê bajarê Ciwanro ye.