Roja Çarşemî 23’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, welatiyek bi navê “Ferîd Badîdest” yê xelkê bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê kurd û ew binçav kirine. 

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê han de tine.