Di heyama çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd bi navê “Hêmin Ateşter” xelkê gundê “Çar Dîvar” a ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê kurd binçavkirin e. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatî bûna zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Hêmin Ateşter de ti agahî tine ne.