Du welatiyên Kurd bi navên “Mehdî Velîzade” û “Mesûd Ehmedî” xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, roja Şemî 29’ê Banemera 1403’an a Rojî, Mehdî Velîzade di mala xwe ya şexsî de bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Roja Yekşemî 30ê Banemer a 1403an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtin li ser mala Mesûd Ehmedî  û piştî lêgerîna malê, bi tundûtûjiyê navbirî binçavkirine. 

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs, sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina van her du welatiyên Kurd li ber dest nine. 

Wêne ji rast ber bi çep: Mehdî Velîzade û Mesûd Ehmedî