Roja Sêşemî 18’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Zanko Îranzade” temen 32 salî û “Omer Şerîfpûr” temen 23 salî xelkê gundê Qela Reş a Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê demjimêr 4ê sibehê bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi ser malên wan kesan de girtin û ev binçav kirin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şopandinên malbata van du welatiyan ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam mane. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van du welatiyên Kurd de tine. 

Wêne ji rast ber bi çep: Omer Şerîfpûr û Zanko Îranzade