Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sibeha roja Yekşemî 16ê Banemera 1403an a Rojî, girtiyekî temen 51 salî bi navê “Hisên Bayezîdî” xelkê Myandavê, li girtîgeha Destgird a bajarê Îsfehanê hat îdamkirin. 

Çavkaniyekî agehdar li derheq îdamkirin vî girtiyê Kurd de ji Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê re ragihand: “Hisên Bayezîdî nêzîkî 3 salan berê bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û cezayê îdamkirinê lê hatiye birîn.  
Hisên Bayezîdî bavê 3 zarokan e. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.