Roja Pêncşemî 13’ê Banemera 1403’an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Omîd Reşîdpak” xelkê gundê “Elî ava”, “Fexredîn Muderisî” xelkê gundê “Dê Şems” û “Rahîm Refetî” xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û ev birin cihekî ne diyar. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her sê welatî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. 

Vê çavkaniya agehdar got: Rehîm Refetî di mala xwe ya şexsî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin. 

Di nava van girtiyan de derbasiya ceza û binçavkirin ya Rahîm Refetî heye. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her sê welatiyên Kurd tine. 

Wêne ji rastê ber bi çepê: Fexredîn Muderisî, Omîd Reşîdpak û Rehîm Refetî